1 / 17

Hevot – 4

Hevot – 4 1. Serenav û hevenav: Di van hevokên jêrîn da nivîsandina serenav û hevenavan sererast bike. Çemê efrîn ji bakurê kurdistanê hildiavêje û tê herêma çiyayê kurmênc. Destana mem û zînê li seranserê kurdistanê bi nav û deng´e.   Çemê dicle di amedê ra derbas dibe û diçe cizîra botan.

ajay
Télécharger la présentation

Hevot – 4

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. Hevot – 4 1. Serenav û hevenav: Di van hevokên jêrîn da nivîsandina serenav û hevenavan sererast bike. Çemê efrîn ji bakurê kurdistanê hildiavêje û tê herêma çiyayê kurmênc. Destana mem û zînê li seranserê kurdistanê bi nav û deng´e.   Çemê dicle di amedê ra derbas dibe û diçe cizîra botan. Di sala 1949-an da li çiyayê dalanper peymana sêsînor hate îmzekirin.   Di êrişên enfalê da rêjîma seddam husên 182.000 kurd kuştin. Di vê biharê da hên baran li herêma bismilê, ku girêdayî amedê´ye, nebariye.

  2. Çemê Efrîn ji bakurê Kurdistanê hildiavêje û tê herêma Çiyayê Kurmênc. Destana Mem û Zînê li seranserê Kurdistanê bi nav û deng´e.   Çemê Dicle di Amedê ra derbas dibe û diçe Cizîra Botan. Di sala 1949-an da li çiyayê Dalanper Peymana Sêsînor hate îmzekirin.   Di êrişên Enfalê da rêjîma Seddam Husên 182.000 Kurd kuştin. Di vê biharê da hên baran li herêma Bismilê, ku girêdayî Amedê´ye, nebariye.

  3. Kîjan destan dirêjtir´e? Memê alan yan memê ewan? Gelo çi bi te xweş´e? Tirûziyên mêrdînê yan sêvên xelatê? Dibêjin strana etarê tirî li deşta cûmê pir bi nav û deng´e. Dibêjin wezîreyê, keça şêx seîdê nemir, sala 1995-an li cindirêsê wexer kiriye. Di rojeka wek îro da rojnameya kurdistan sala 1898-an li qahîreyê dest bi weşanê kir.

  4. Kîjan destan dirêjtir´e? Memê Alan yan Memê Ewan? Gelo çi bi te xweş´e? Tirûziyên Mêrdînê yan sêvên Xelatê? Dibêjin strana Etarê Tirî li deşta Cûmê pir bi nav û deng´e. Dibêjin Wezîreyê, keça Şêx Seîdê nemir, sala 1995-an li Cindirêsê wexer kiriye. Di rojeka wek îro da rojnameya Kurdistan sala 1898-an li Qahîreyê dest bi weşanê kir.

  5. 2. Mêjer (yekejimarî û gelejimarî) • Di van hevokên jêrîn da mêjerê navdêran çewt´e, ji kerema xwe sererast bike. • Sê kurê Remo hene. • Du keçên Gurgîn heye. • Hevalê wî li dora wî civiyabûn. • Du xwîşkê Sînemê li Amûdê mêr kiriye. • Siyamend bavê du kur mezin û sê keç biçûk´e. • Ev sê roj´e ku Berfîn bi hevala xwe ra napeyive. • Havîna zozanê Feraşînê pir xweş´e.

  6. Sê kurên Remo hene. • Du keçên Gurgîn hene. • Hevalên wî li dora wî civiyabûn. • Du xwîşkên Sînemê li Amûdê mêr kirine. • Siyamend bavê du kurên mezin û sê keçên biçûk´e. • Ev sê roj´in ku Berfîn bi hevala xwe ra napeyive. • Havîna zozanên Feraşînê pir xweş´e.

  7. Mixabin ku piraniya keçê gundê me nizane bi kurdî binivîsîne. • Di nav deh xort da çar xweş li tembûrê dide. • Ji nav pênc keçan çar pir jîr´e. • Xaniyên gundê me di bin berfê da maye. • Deşt û pesarê welatê me bi gul û kulîlk dagirtiye. • Baran pir bariye, bîrê gundiyan tijî av bûye. • Sê hespê Remo heye, hersê jî rewan´e • Bûkê berê bi kofî bû, zavayê berê jî bi ebe bûn. • Avên Kaniya Batmanê sar´in.

  8. Mixabin ku piraniya keçên gundê me nizanin bi kurdî binivîsînin. • Di nav deh xortan da çar xweş li tembûrê didin. • Ji nav pênc keçan çar pir jîr´in. • Xaniyên gundê me di bin berfê da mane. • Deşt û pesarên welatê me bi gul û kulîlkan dagirtî´ne. • Baran pir bariye, bîrên gundiyan tijî av bûne. • Sê hespên Remo hene, hersê jî rewan´in • Bûkên berê bi kofî bûn, zavayên berê jî bi ebe bûn. • Ava Kaniya Batmanê sar´e.

  9. 3. Çewtiyên van hevokên jêrîn nasbike û wan sererast bike. - Mêrik, wekî ku jinikê têr kiribe lê ew bi xwe birçî mabe, li jinikê dinihêre. - Kurd gelek êş û azar kişandin. - Li Siwîsreyê qezayekê bû: 20 kes mirin. - Konferans li hêwana şanoya NÇM'ê ya ku bi erdî, xalîçe û merşên kevnare yên bi destê keç û jinên kurd hatibûn hûnandin dest pêkir. - Pîştî hevdîtinê herdû wezîran di civîneke çapameniyêde derketin pêşberî rojnamevanan. - Ji çarmedorên Tirkiyê karker dest bi meşê kirin. - Li Srî Lanka yê pêvajoya aştiyê fermî wê dest pêbike - Li kesên ku bi 'zimanekî tuneyî' dinivîsandin cezayan birîn.

  10. - Mêrik, wekî ku jinikê têr kiribe, lê ew bi xwe birçî mabe, li jinikê dinihêre. - Kurdan gelek êş û azar kişandin. - Li Siwîsreyê qezayekê bû: 20 kes mirin. - Konferansê li hêwana şanoya NÇM'ê ya ku bi erdî, xalîçe û merşên kevnare yên bi destê keç û jinên kurd hatibûn hûnandin dest pêkir. - Pîştî hevdîtinê herdû wezîran di civîneke çapameniyêde derketin pêşberî rojnamevanan. - Ji çarmedorên Tirkiyê karkeran dest bi meşê kirin. - Li Srî Lankayê wê pêvajoya aştiyê bi fermî dest pêbike - Li kesên ku bi 'zimanekî tuneyî' dinivîsandin cezayan birîn.

  11. -Ji ber vê yekê gelek tiştan tevlihev dikirin. - Dotira rojê, min hemû hevalan civand. - Min rewşê ji hevalê mîlîs re da zanîn. - te digot qey me cara pêşîn´e dilşadiyê tamandibû. - min vê yekê didît. - Ew jî got. - Lê me wan nedît. - Her yek ji wan li gorî xwe min didarizandin. - Partî demeke me perwerde kir. - Me birin mala welatparêzek. - Ji ber vê yekê gelek tiştan tevlihev dikirin. -Dadger înstîtuyê di 5 deqeyan de beraet kir. - Em vegerin ser mijara ku em dil kiribû li ser rawestin.

  12. -Ji ber vê yekê gelek tiştan tevlihev dikirin. - Dotira rojê, min hemû hevalan civandin. - Min rewşê ji hevalê Mîlîs re da zanîn. - Te digot qey cara pêşîn bû,me dilşadîyêtamkiribû. - min ev yek didît. - Wî jî got. - Lê me ew nedîtin. - Her yekî ji wan, li gorî xwe, ez didarizandin. - Partîyêem demekê perwerde kirin. - Em birin mala welatparêzekî. - Ji ber vê yekê gelek tiştan tevlihev dikirin. - Dadger înstîtut di 5 deqeyan de beraet kir. - Em vegerin ser mijara ku me dil kiribû em li ser rawestin

  13. - Ma gelo tu zane ku vê ewropaya ku ewqasî behsa wê dibe, çend birînên kur di canê gelê me de vekirî ye. -Min sê apên xwe tenê di sûretan de dîtibû. - Li gor tiştên ku rojnameyên wan nivîsand. - Pîrozbahiyên Newrozê dest pêkir. - Hemû nivîsên ku te sererast kiriyê ketin destê min. - Di Newrozê de bi milyonan mirov derketin kolanan û banga aştî, biratî û azadiyê kir. - Me xwest serpêhatiya Kizilkaya ragihînin we. - Di sedsala 21'ê de dihate hêvîkirin, ku ev nirx bi ser bikevin, lê piştî êrîşa 11'ê Rezberê hinek hêzên xêrnexwaz dest avêt şerekî taybetî. - Êrîşên Amerîkayê ya li dijî Afganistanê berdewam dikin.

  14. - Ma gelo tu zanî ku vê Ewropaya ku ewqasî behsa wê dibe, çend birînên kûr di canê gelê me de vekirine?. -Min sê apên xwe tenê di sûretan de dîtibûn. - Li gor tiştên ku rojnameyên wan nivîsandin. - Pîrozbahiyên Newrozê dest pêkirin. - Hemû nivîsên ku te sererast kirine ketin destê min. - Di Newrozê de bi milyonan mirov derketin kolanan û banga aştî, biratî û azadiyê kirin. - Me xwest kuem serpêhatiya Kizilkaya ragihînin we. - Di sedsala 21'ê de dihate hêvîkirin, ku ev nirx bi ser bikevin, lê piştî êrîşa 11'ê Rezberê hinek hêzên xêrnexwaz dest avêtin şerekî taybetî. - Êrîşên Amerîkayê yên li dijî Afganistanê berdewam dikin.

  15. FERATÊ DERDAN Cegerxwîn Derdên min kûr´in wek çemê Ferat Feratê derdan hilhat û dahat Derdê pir mezin, kula pir giran Derdê Kurdistan, axîna welat Ez tim dinalim her sal û her mah Qêrîn û firyad, hawar û sed ah Digel min digrîn Seyran û Şêrîn Nalîn´e dengê Gulnaz û Dilşah

  16. Şêrînê megrî pir pir delalî Seyranê megrî xwe pir menalî Gulnazê megrî, Dilşahê megrî Dijmin li hember vî kevnekalî Haydê em rûnin bê deng û hawar Reşa xwe vekin desmal û reşçar Da dost û heval tev nebin xemgîn Li me şa nebin dijmin û neyar

  17. Haydê em rûnin ser çemê Amed Em jê bipirsin keyaniya Med Kanî ew birc û sera û bajar? Kanî Kurdistan, Zozan û Serhed? Kanî welatê me xoş û rengîn ? Kanîn ew şêr û gernas û bengîn ? Dîsa tev bigrîn Dilşah û Şêrîn Kûrkûr binalin rengê Cegerxwîn

More Related