1 / 15

Hevot – 01 A) Naskirina peyvan . A1) Peyv ê n li dij yan jî li hember van peyvan binivîsîne:

Hevot – 01 A) Naskirina peyvan . A1) Peyv ê n li dij yan jî li hember van peyvan binivîsîne: xurt, jor, paş, ser. çep, sar, xizan, nerm. kin, hevraz, kaş, şêrîn. Hatin, here, şil, vekirî. komkirî, nexweşî, avî, havîn. giran, bilind, zirav, zozan. şer, êriş, ş êt, nezan.

kali
Télécharger la présentation

Hevot – 01 A) Naskirina peyvan . A1) Peyv ê n li dij yan jî li hember van peyvan binivîsîne:

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. Hevot – 01 • A) Naskirina peyvan. • A1) Peyvên li dij yan jî li hember van peyvan binivîsîne: • xurt, jor, paş, ser. • çep, sar, xizan, nerm. • kin, hevraz, kaş, şêrîn. • Hatin, here, şil, vekirî. • komkirî, nexweşî, avî, havîn. • giran, bilind, zirav, zozan. • şer, êriş, şêt, nezan.

  2. A) Naskirina peyvan. • A1) Bersiv: • lawaz, jêr, pêş, bin. • rast, germ, dewlemend, hişk. • dirêj, sernişûv, serberjêr, tal. • çûn, were, ziya, girtî. • belavkirî, saxî, bejî, zivistan. • sivik, nizim, qelew, germiyan. • aştî, berevanî, biaqil, zana.

  3. A2) Peyvên li dij yan jî li hember van peyvan binivîsîne: 1 dost, yar, pîr, şev. 2 rojhilat, bakur, biçûk, hundir. 3 ronahî, fireh, ken, durist. 4 wêrrek, dilêr, kur, law 5 siwar, tenik, xewkirî, rabe. 6 binivîsîne, dakeve, birak, met. 7 hilîne, hilde, veke, bihûne

  4. A2) Bersiv: 1 dijmin, neyar, kal, roj. 2 rojava, başûr, mezin, derva. 3 tarî, teng, girî, çewt. 4 newêrrek, tirsonek, keç, dot 5 peya, stûr, payî, rûne. 6 bixwîne, hilkişe, xwîşk, ap. 7 deyne, daxe, bigire, verşîne

  5. B1) Ji van peyvên jêrîn hevokekê avabike: 1- mase, mamoste, ber, li, rûniştin. 2- nivîsandin, Rewşen, name, min, ji, ra. 3- hesp, Gurgîn, rewan, siwarbûn, Mûş, û, li, çûn. 4- Rustem, xwendegeh, bajar, li, mezin, çûn. 5- Ferhad, bûn, dil, birîn, derd, kul, û. 6- Gulşîn, pismam, mal, wan, hat. 7- Xelat, sêv, nav, deng, û, gelek, bi, bûn.

  6. B1) Bersiv: 1- Mamoste li ber maseyê rûniştiye. 2- Rewşenê nameyek ji min ra nivîsand. 3- Gurgîn li hespê rewan siwar bû û çû Mûşê. 4- Rustem li bajarekî mezin diçe xwendegehê. 5- Dilê Ferhad bûye birîna derd û kulan. 6- Pismamê Gulşînê hat mala wan. 7- Sêvên Xelatê gelek bi nav û deng´in.

  7. B2) Ji van peyvên jêrîn hevokekê avabike: 1- Gulperî, westandin, îro, gelek, li, kursiya, xwendegeh, ser, ew, xew, va, di, çûn. 2- Efrîn, herêm, li, gelemperî, bi, darên, çandin, zeytûn. 3- Şermola, Amûdê, gir, hebûn, li, jê, ra, gotin. 4- gundî, havîn, şewb, ber, ji, şev, di, li, da, ser, xewkirin, xanî. 5- kes, xwastin, kanîn, sê, meh, kurdî, ziman, hînbûn, da, di. 6- pêkhatin, Sûriyayê, bihabûn, dem, dawî, vê, da, di, li, gelek. 7- hevok, xelat, kî, rast, avakirin, standin.

  8. B2) Bersiv: 1- Gulperî îro gelek westiyabû, ew li ser kursiya xwendegehê di xew va çû. 2- Li herêma Efrîn bi gelemperî darên zeytûnan diçînin. 3- Li Amûdê girek heye jêra “Şermola“ dibêjin. 4- Gundî di şevên havînê da ji ber şewbê li ser xaniyan xewdikin. 5- kesê bixwaze kane di sê mehan da hînî zimanê kurdî bibe. 6- Di vê dema dawî da li Sûriyayê gelek bihabûn pêkhatiye. 7- Kî hevokan rast avabike xelatê distîne.

  9. Hemama Nûjen (ji bo xwendinê) Hevalekî ji min ra serpêhatiyeka xwe bi vî awayê jêrîn li darxist: Em du hevalên hev bûn û li bajarekî di karê avakirina xaniyan da dixebitîn. Roja berî dawiya hefteyê me biryara xwe girtibû, ku em bi hev ra herin hemama bajêr. Lê ji ber ku em gelekî westiyabûn, me got, pêşî em pariyek-dido nan bixwin, hinekê hilkevin û emê li ser danê êvarê biçin hemamê. Ez hatim mal, min xwarina xwe xwar û hema ez li ser rewalê hilketim. Mirovê westiyayî zû dikeve xew; ez çawa hilketim, ez wisa jî di xew va çûm. Dibêjin, ku xew dijminê meriyan´e; min çiqas xew kir, ez nema dizanim. Bi carekê min bihîst deriyê malê tê kutan û hevalê min dibêje: De zû be, zû be, em herin hemamê.

  10. Bêyî ku ew bikeve hundir, min rahişt kincên xwe, sabûn, kîsik û destmala hemamê, min ew xistin tûrekî û ez derketim. Dinya êdî tarî bû, hevalê min şalek dabû serê xwe û tûrê wî jî bi pî va bû. Em epê meşiyan û êdî ji bajêr biderketin. Min rabû ji hevalê xwe ra got: Lawo, em bi kû da diçin?! Ma hemam li kû´ye?.Wî got, min hemameka pir baş û paqij naskiriye, emê biçin´ê. Em ji bajêr gelek bi dûr ketin, di rêyeka zirav ra çûn û paşê bi çend pêlekanan daketin jêr. Deriyê hemamê wek deriyê şikeftan di zinarekî da hatibû qewartin. Gava em ketin hundir, min dît bi rastî jî warekî gelek hêja´ye. Di nîvê holê da curnekî mezin hebû, xulxula avê jê dihat û li kenaran wek sewkiyan ji mêvanan ra cih çêkiribûn, ku ew li wir cil û kincên xwe ji xwe bişelînin.

  11. Li ser sewkiyekê, li cihekî vala, me cilên xwe ji xwe êxistin, me çarşef li xwe pêça, kîsik û sabûn xiste destê xwe û em derbasî hundirê hemamê, cihê germ bûn. Tiştê ku min dît, bi rastî jî yekane bû. Li wir holeka hên mestir hebû. Di nîveka wê da hevzoyekî avê û li kenaran odeyên biçûk avakirî bûn. Min berê hemamên bajaran gelek dîtibûn, lê yeka wek vê, ku hevzoyê avjeniyê jî têda hebe, min hên nedîtibû. Pêşî me di odeyekê da ava germ li xwe kir, me ew toza û qilêra kar ji ser xwe danî û me xwe avêt nava hevzoyê avê. Min hinekê avjenî kir û çend caran bi dirêjahiya hevzo çûm û hatim. Min ji xwe ra digot, nirxê ketina vê hemamê çiqas dibe bila bibe, bi rastî gelek hêja´ye.

  12. Tenê tiştekî bala min dikişand û bihna min teng dikir. Ez bi kê ra diaxivîm, wî bersiva min bi kurdî dida, lê belê her yek ji wan bi yên din ra bi tirkî diaxivî. Hevalê min jî wisa li min dikir. Min çi jêra bigota, wî bersiva min bi kurdî dida, lê belê bi yên din hemiyan ra bi tirkî diaxivî. Piştî ku ez ji ketina nav avê têr bûm, ez li ser keviya hevzo rûniştim, min lingên xwe bi avê da berdan û ji xwe ra li çelqandina avê temaşe kir. Ji milê min´î rastê da kesekî xwe avête nava avê. Gava seriyê wî noqî bin avê bû û hên ling li bala bûn, ez gelek mat mam. Min tiştekî gelek balkêş û bi fêş dît. Belê laşê wî mîna laşê mirovan bû, lê lingên wî mîna lingên golikan bûn. Min li yekî dî di nava avê da temaşe kir, min dît, ku ew jî mîna wî´ye. Min hinekê serê xwe rakir û li ewên ku di dora hevzo ra diçin û tên nihêrî, min dît, ew jî wek wan´in.

  13. Careka din min li lingên xwe temaşe kir û dît, ku tenê lingên min mîna lingên mirovan´e. Bêyî ku ez tiştekî bêjim, min bi dizî çavên xwe gerandin û ez li hevalê xwe geriyam. Gava min ew bi cih kir, min dît, lingên wî jî mîna yên wan´in. Min di dilê xwe da got, hey hawar! Ez bi kû ketime?!. Hema ez rabûm çûm ba hevalê xwe û min jêra got, ku serê min hinekê diêşe û ezê kêliyekê biçim cihê hênik. Bi lez min rahişte tûrik û sabûna xwe û ez hatim aliyê pêş. Bi dizîka min li xizmetkarên hemamê temaşe kir û dît, ku lingên wan jî wisa´ne. Êdî ti guman li ba min nema bû, ku ez ji refê xwe qetiyame. Zûka min kincên xwe li xwe kirin, pereyên xwe dan, di derî ra derketim û di pêlekanan ra hilkişîm jor. Min got, hema lingino bi qurban û min bi lez da rê. Di nîvê rê da mirovek rastî min hat, ew ji min pirsî û got: Camêro! min bihîstiye, ku bi vî alî da hemameka pir baş heye, tu dizanî kîjan rê diçe wir?.

  14. Min got: Lawo! Aman bi dûr keve, kesên ku di wê hemamê da, lingên wan hemiyan mîna lingên golika´ne. Min dît camêro lingekî xwe ji kewşa xwe derxist, ew bilind kir û got: Mîna vî lingê min!. Ez çi bibînim, min dît, ku lingên wî jî mîna lingên golika´ne. Min bi dest û lepan rê şanî wî da û ez nizanim çawa min xwe gihande mal. Gava ez ketim hundir, min derî baş kîp kir, zû xwe avêt ser rewalê û bihneka kûr kişand. Piştî demeka kurt, min dît hevalê min´î kar deriyê malê kuta û got: De rabe em biçin hemamê. Bêyî ku ez derî vekim, min lêborîn jê xwest û got, hevalê hêja! Bi rastî ez gelek westiyame û îşev nema dikarim biçim ti hemaman. Ji wê rojê da ji min ra bûye pireng û adet, kîjan heval, gava bi min ra bi kurdî diaxive û bi yên din ra bi tirkî, ez yekser li lingên wî temaşe dikim.

More Related