1 / 15

Tîpên Zimanê Kurdî Ji bo Kurmancî 31 tîpên alfabeya latînî hatine danîn. Ji 31 tîpan,

Tîpên Zimanê Kurdî Ji bo Kurmancî 31 tîpên alfabeya latînî hatine danîn. Ji 31 tîpan, 23 tîp dengdar ´ in û 8 tîp jî dengdêr ´ in. Dengdar ev´in : b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, x, y, z Dengdêr ev´in : a, e, ê, i, î, o, u, û Dengdêrên kurt : e, u, i

urbain
Télécharger la présentation

Tîpên Zimanê Kurdî Ji bo Kurmancî 31 tîpên alfabeya latînî hatine danîn. Ji 31 tîpan,

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. Tîpên Zimanê Kurdî • Ji bo Kurmancî 31 tîpên alfabeya latînî hatine danîn. • Ji 31 tîpan, • 23 tîpdengdar´inû 8 tîp jîdengdêr´in. • Dengdarev´in: b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, x, y, z • Dengdêr ev´in: a, e, ê, i, î, o, u, û • Dengdêrên kurt: e, u, i • Dengdêrê dirêj: a, ê, î, o, û

  2. Bi gelemperî bêjeyên zimanê kurdî bi dengdêrên”i , u” ne dest pêdikin, ne jî temam dibin, ji bilî hin daçek, pronav û peyvên biçûk wek, bi, çi, di, ji, li, tu, du.Tîpa “u” bi gelemperî li pişt van tîpan peyda dibe: d, g, h, k, q, t, x.Lê ev nayê wê maneyê, ku piştî van heft tîpan herdem tîpa „u“ tê.Di Kurmanciya Bakur da5 tîpên dudengîhene : ç, k, p, r, t.Di Kurmanciya Navîn de tîpa “L” jî tîpeka dudengî´ye.Di nav 23 tîpên dengdar de sê tîp hene, ku em wan wek nîvdengdêr bi nav dikin:y, w, h.

  3. a e w h o i u û y î ê Pêwendiya dengdêran û nîvdengdêran

  4. Kelijandin Gava di gotinekê da du dengdêr li pey hev tên, tiştekî wek "dijayetiya dengan" çêdibe. Daku em bi hêsanî ji dengdêrekê derbasî ya din bibin, em pir caran nîvdengdêrekê dixin navbera wan. Em ji vê diyardeyê ra kelijandin dibêjin. Wek tê zanîn, di zimanê me da sê tîp hene, ku em wan ji bo kelijandinê bi kar tînin: y, w, h Li gor nêzîkahiya herdu dengdêran ji kîjan nîvdengdêrê va, em wê nîvdengdêrê dixin navbera wan. Bi gelemperî nîvdengdêra “y” vê rolê dilîze, lê hin caran nîvdengdêrên “w” û “h” tên bikaranîn.

  5. Hin nimûne: • I. Tenha “y” • a) bayê sar, • b) keyayê gund, • c) rêya dûr, • II. Tenha “w” • a) Ew bawî bûye (ji gotina „ba“ pêkhatiye) • b) Ew tawî bûye (ji gotina “ta” pêkhatiye) • III. „y“ yan jî „w“ • a) Xwedêyo, Xwedêwo b) birayo, birawo • IV. “y”, “h” • a) paleya genimê sor, paleha genimê sor • b) ez tirsiyam, ez tirsiham • c) ez pê hesiyam, ez pê hesiham • V. “y”, “w”, “h” • a) ziya bûye, ziwa bûye, ziha bûye • b) duyem, duwem, duhem

  6. Teraziya dengdêran û nîvdengdêran ey ≈ ê peydabûn, pêdabûn peywendî, pêwendî wi ≈ u xwirt, xurt wî ≈ û xwîşk, xûşk gwîz, gûz mewîj, mûj eh ≈ ≈ a çehl – çal, çehv – çav, ... ih ≈ ≈ î mih – mî, cih - cî Ev mijareke taybetî´ye û em naxwazin li vir bi ferehî li ser rawestin.

  7. a e o i u û î ê Guhartina dengdêran: “a” ↔ “e”: bi ra ji va di da bi re ji ve di de bi pêş va, di pêş ve, …., bi paş va, di paş ve, ....., pêşva, pêşve, pêşda, pêşde, paşva, paşve, paşda, paşde,

  8. a e o i u û î ê Guhartina dengdêran: “ e ” ↔ “ ê ”, “a”↔ ” ê ”: • Kesandina Lêkeran – Kesê sêhem • ew diçe wir, ew diçê wir, • ew dikeve, ew dikevê, .. • Tewanga navdêran • bajar → bajêr • Azad → Azêd

  9. a e o i u û î ê Guhartina dengdêran: “a” ↔ “i”: • axaftin – axiftin • daravtin – darivtin • parastin – paristin • alastin – alistin

  10. a e o i u û î ê Guhartina dengdêran: “ î ” ↔ “ ê ”: • ez dişînim, ez dişênim, • ez dixwînim, ez dixwênim, • ez dikewînim, ez dikewênim, • ez dimînim, ez dimênim, • ez direvînim, ez direvênim, ....

  11. a e o i u û î ê Guhartina dengdêran: “a” ↔ “e” ↔ “ ê ” ↔ “ i ”: • guhartin, guhertin, guhêrtin • xwandin, xwendin, xwêndin • alastin, alistin, alêstin • guvaştin, guviştin, guvêştin

  12. a e o i u û î ê Guhartina dengdêran: “ i ” ↔ “ e ”, “ i ” ↔ “ u ”: • bihar, behar, buhar • fireh, fereh • hiş, heş • bihuşt, behuşt, buhişt, beheşt, bihişt • mixabin, mexabin .. • f. hinguv, hunguv, hungiv, hingiv • g. hurç, hirç

  13. a e o i u û î ê Guhertina dengdêran: “ o ” ↔ “ û ”: • sond, sûnd, sînd • kor, kûr, kîr • bor, bûr, bîr • dor, dûr, dîr • bûn, bîn • çûn, çîn

  14. a e a e h o i o i u û u û î ê î ê Guhartina dengdêran: “a” ↔ “eh”: mar (ev baş´e û niha tê bikaranîn) mahr me´hr ------------------------- çal (ev baş´e û niha tê bikaranîn) çahl çehl ------------------------- tal (ev baş´e û niha tê bikaranîn) tahl tehl ------------------------- pan (ev baş´e û niha tê bikaranîn) pahn pehn

  15. a e h o i u û î ê Guhartina dengdêran: “ îh ” ↔ “ î ” ↔ “ ih ”: mî mîh mih ------------------------- cî cîh cih ------------------------- sî sîh sih ------------------------- rî rîh rih

More Related