1 / 12

Pirsgirêka Lêkara BÛN

Pirsgirêka Lêkara BÛN

peggy
Télécharger la présentation

Pirsgirêka Lêkara BÛN

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. Pirsgirêka Lêkara BÛN Pirsgirêka here dijwar û zehmet di vekîta Kurmancî da naskirin û nivîsandina lêkera BÛN di hevokan da´ye. Nivîsandina vê lêkerê bi awayê ku Mîr Celadet Bedirxan pêşniyaz kiriye ji bo pir kesan dibe barekî giran, ku nikarin ji bin derkevin. Ji hêla din va, nivîsandina vê lêkerê ji bo pir zimanzanên Kurd bûye nîşana asta pisporiya wan di vî warî da. Li gor wan, kesên ku nikaribin lêkera BÛN nasbikin û cuda binivîsînin, wek kesên nezan tên dîtin. Em´ê di waneya îro da têbikoşin, vê pirsgirêka dijwar avêne û zelal bikin.

  2. Lêkera BÛN: Here kêm sê lêkerên BÛN hene; • Ez sala 1945-an ji dayîk bûm(ji dayîk bûn). Kengê dê rêberekî hêja ji bo kurdan ji dayîk bibe? • Ez cara pêşîn sala 1976-an bûm mamoste. Ez´ê piştî sê salan bibim mamoste. • 3) Ez li Berlînê şeş salan mamoste bûm. (Emê li ser vê pir rawestin.) • Gava dawiya peyva berî lêkera BÛN dengdar be • ez Kurd´imem Kurd´in • tu Kurd´îhûn Kurd´in • ew Kurd´eew Kurd´in • b)Gava dawiya peyva berî lêkera BÛN dengdêr be • ez pêşmerge´meem pêşmerge´ne • tu pêşmerge´yîhûn pêşmerge´ne • ew pêşmerge´yeew pêşmerge´ne

  3. Hema di piraniya zimanên hindo-ewropayî da, ku zimanê me jî yekî ji wan´e, lêkereka bi vî şêweyî heye. Wek nimûne, di zimanê înglîzî da “verb to be”. Gava ev lêkera “be” di zimanê înglîzî da li gor kesan tê kesandin (to conjugate), bi vî awayî tê gotin: yekejimarî gelejimarî ------------ ------------ kesê yekem: I am We are kesê duyem: You are You are kesê sêyem: He (She, It) is They are

  4. Di zimanê almanî da, ji vê lêkerê ra “sein” tê gotin û di vî zimanî da bi vî awayî tê kesandin: yekejimarî gelejimarî ------------ ------------ kesê yekem: Ich bin Wir sind kesê duyem: Du bist Ihr seid kesê sêyem: Er (sie) ist Sie sind

  5. Baş´e! Heke wisa´ye. Nexwe çima ev lêkera BÛN di zimanê me da dibe pirsgirêk? Gelo çima em vê lêkerê wek pirsgirêkeka mezin di zimanê me da dibînin?? Tenê pisporekî ziman, yê ku zimanên din, yên hindo-ewropayî jî dizane, dikare vê lêkerê di zimanê me da bi vî awayî bibîne û wisa jî şîrove bike. Ji ber wê, mamosteyê me´yî mezin, Mîr Celadet Bedirxan ev lêkera me jî bi vî awayî dîtiye û wisa şîrove kiriye. Hin zimanzanên din jî (wek nimûne profesor Qenatê Kurdo) ev lêkera me bi vî awayî nedîtine. Her wisa jî zimanzanên din, yên ku zimanê me û zimanên erebî, tirkî û farisî dizanin, lê belê zimanên ewropayî nizanin, ev lêkera me bi vî awayî nedîtine û ne jî bawer dikin, ev lêkera ku em qala wê dikin, lêkera BÛN´e.

  6. Gelo çima ew vê yekê bawer nakin û wisa nabînin? a)Ji ber ku em Kurd hemû di dibistanan da bi zimanê xwe perwerdeyê nabînin û ji zarotiyê da hînî gramêrê nabin û wisa hevnasîna me bi vê lêkerê ra çênabe. b)Ji ber ku di gramêra zimanên erebî, tirkî û farisî da tiştekî wisa tineye. c)Ji ber ku ew bi zimanên ewropayî nizanin. d)Ji ber ku di awayê nivîsandina zimanê me da bi tîpên aramî (erebî) yên kevin, ev lêkera me bi awayekî cuda nedihat nivîsandin û ne jî wek lêker dihat dîtin; lêkera BÛN tenê wek dûpaş dihat dîtin û heya niha jî, ew zimanzanên ku zimanên ewropayî nizanin, vê lêkerê wek dûpaş dibînin.

  7. Nimûne 1:Mirovê hêja hat. Ev hevoka me, ji aliyê tîpan va, ji 13 tîpan pêk tê, ku ew jî ev´in: m, i, r, o, v, ê, h, ê, j, a, h, a, t. Belê hin tîp hatine dubarekirin, lê di vê hevokê da 13 tîp hene. Lê ji aliyê kîtan va, ev hevoka me ji 6 kîtan pêk tê, ku ev´in: mi-ro-vê-hê-ja-hat. Ji aliyê birên qisetê da, ev hevoka me ji 4 biran pêktê, ku ew jî ev´in: mirov (navdêr), ê (veqetandek), hêja (rengdêr), hat (lêker). Ji aliyê bêjeyan va, wek xuya´ye, hevoka me ji 3 bêjeyan pêktê, ku ev´in: mirovê, hêja, hat.

  8. Lê belê - wek bêje - di vê hevoka me da, navdêr û veqetandek bi hev ra yek bêjeyê pêktînin. Sedema bingehîn ji vê yekîtiyê ra (yanê ku navdêr û veqetandek yek bêjeyê pêktînin) ji kîtan tê. Kît ew birê qisetê´ye, ku bi carekê ji devê me derdikeve û nabe were şikestin. Di hemû zimanên cîhanê da jî wisa´ye, ku kît nayên şikestin. Gava em li vê hevoka me ji aliyê kîtan va temaşe dikin, em dibînin, tîpa „v“, ku yek ji tîpên navdêr „mirov“´e, bi veqetandeka me ra „ê“ kîtek pêkaniye. Ji ber vê yekê, gelek rast û durist´e, da ku kît neyê şikestin, divêt em veqetandeka „ê“ û navdêr „mirov“ bi hev va wek bêjeyekê binivîsînin. Di vir da biryara mamosteyê me Mîr Celadet Bedirxan gelek di cih da´ye, ku wek awarteya qeyda gelemper, veqetandek – tevî ku birekî qisetê yê serbixwe´ye – bi bêjeya ku tê veqetandin va bê nivîsandin.

  9. Nimûne 2:Ez Kurd´im. Ka em li gor hêmanên ziman li vê hevokê jî temaşe bikin. Ev hevoka me, ji aliyê tîpan va, ji 8 tîpan pêktê, ku ew jî ev´in: e, z, k, u, r, d, i, m. Ji aliyê kîtan va, ev hevoka me ji 3 kîtan pêktê, ku ew jî ev´in: ez-kur-dim. Ji aliyê birên qisetê va, ev hevoka me dîsa ji 3 biran pêk tê, ku ew jî ev´in: ez(pronav), Kurd (navdêr – serenav), im (lêker). Ji aliyê bêjeyan va, li gor biryara Mîr Celadet, ev hevoka me ji 3 bêjeyan pêktê, ku ew jî ev´in: ez, Kurd, im.

  10. Lê belê bi vî awayî kîta dawiyê ji vê hevokê - kîta „dim“ hatiye şikestin. Yanê nivîsandina vê hevokê bi awayê sê bêjeyên ji hev cuda li ser hesabê şikandina kîta dawî pêk hatiye. Wek me li jor jî got, şikandina kîtan di ti zimanan da ne rewa´ye. Ev jî sedama bingehîn´e, ku: a)Ew zimanzanên gramêra Mîr Celadet nasnakin, di vir da lêkera BÛN nabînin, yan jî napejirînin. b)Pir kes, gava dinivîsînin, di vir da - li gor gramêra Mîr Celadet - dikevin şaşîtiyê. Ji ber ku bi şêweyêkî sirûştî, mirov wisa fêrbûye, hem di axaftin û hem jî di nivîsandinê da, ku kît nayên şikestin. Ji ber wê jî lêkera BÛN cuda nakin; wê bi bêjeya pêş wê va dinivîsînin. Yanê ew di wê baweriyê da´ne, ku ev yek bêje´ye û ji lew ra bi hev va dinivîsînin. Pir kes jî têdikoşin, ku cuda binivîsînin, lê yan bê hemdî xwe, yan jî di her cihekî da ji bin barê wê dernakevin. Bi rastî jî hin cih hene, ku ne ewqas hêsan´in. Li vir tenê çend nimûne :

  11. b1) Kurdin hene nabêjin em Kurd´in. b2)Me xwarinên xweş pir xwarine, lê eva îro ne ti xwarin´e Di hevoka (b1) da, ew „in“ ya ku bi bêjeya „Kurd“ ya destpêkê va hatiye nivîsandin, veqetandeka nebinavkirî ya gelejimariyê´ye. Lê belê ew „in“ ya ku li dawiya hevokê ji bêjeya „Kurd“ cuda hatiye nivîsandin, lêkera „BÛN“´e û ew di dema niha, di gelejimariyê da´ye. Di hevoka (b2) da, lêkera „xwarin“ di bihêrka dûdar da bi gelejimarî hatiye kesandin, lê belê peyva „xwarin“ ya li dawiya hevokê „navdêr“´e û ew „e“-ya ku pêva´ye, lêkera BÛN di dema niha, di yekejimariyê da´ye.

  12. Hin nimûne li ser mijara „neyînî û lêkera bûn”, kugelek kes dikevin van çewtiyan     -    Rêxistinên kurd ên siyasî ji berê da fermî ne hatine qebûlkirin.     -   Ji me re jî bihûrandineke vala ya dema me ye biha ye û sergêjiyeke mezin e, ya ku çê ne dibû, em bê çare bihêlin.     -   Daxwaza me ev e, ku buroyên Navenda PENa Kurd û Komîteya Birêvebir bi hev re ­ ne li dijî hev ­ bixebitin û navê nivîskarê Kurd bilind û berz bikin. - Eger sebra we lê hat, hûn bixwîn in wê baş be. - Eger zehmet be, biborîn in. - Eh madem ku wisa ye, nexwe ez jî xulamê hazir û naziram e. - Nivîsên wan ên ku pişta gotinên wan kurmî ne her roj biweşînin. - Kurd milletekî serbixwe ne, wek Tirka ne doşirme û şorbe ne.

More Related